Gundê Kobar hat rizgarkirin, rêjîm êrîşî QSD’ê dike

 DÊRAZORÊ – Gundê Kobar ê Dêrazorê hat rizgarkirin û hêzên rêjîma Baas bi hawanan êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê dike.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD’ê gundê Kobar ê ku 43 km dikeve rojavayê bajarê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.  Operasyona rizgarkirina gund 5 roj berê hatibû destpêkirin. Di encama şerê giran ê li gund  rû da de, cenazeyên 5 çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê. Her wiha miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.

Çekên ketine dest ev in ″motorsîkleteke doçikayeke (12.5) li ser, wesayîteke doçika (14.5) li ser, wesayîteke madeyên teqemeniyê lê barkirîbû û 6 keleş″.

Her wiha şervanên QSD’ê 500 sivîlên ji gund rizgar kirin, li cihên bi ewle bi cih kirin û operasyona paqijkirina gund dane destpêkirin. Piştî ku şervanên QSD’ê gund ji çeteyan rizgar kirin, hêzên rêjîma Baas bi hawanan êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …