YPG’ê yekem foca leşkerî li Helebê ragîhand

HELEB –Yekîneyên Parastina Gel(YPG) yekem foca leşkerî ragîhand û dewereya perwedeya yekem a tabûra girêdayî focê ku 45 roj berê bi navê “Şehîd Ebû Şiyar”hatibû  destpêkirin bi merasîmekê bi dawî kir.HLB-EVAKIRINA-TABURA-SEHID-ABO-SYAR-YO-FOCE-YEKEMIN-LI-HELEBE ‫(1)‬ ‫‬

Hêzên YPG’ê li Helebê yekem tabûra girêdayî  Foca leşkerî ya Şehîd Bakur bi nave Ebû Şiyar ava kir.  Foca Şehîd Bakur jî yekem foca leşkerî ku hêzên YPG’ê li Helebê ava dike da ku destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêze.

Tabûra Ebû Şiyar ji 55 şervanên kurd, ereb, turkmen û suryan pêk tê. Şervanan di dewereya perwedeyê de ku 45 rojan dewam kir de fêrî perwerdeya leşkerî û bîrdozî bûn.

Dewereya perwedeyê ya Şehîd Ebû Şiyar a girêdayî Focên Leşkerî yên Helebê bi merasîkmekê bi dawî bû. Bi dehan şervanên YPG/YPJ’ê beşdarî merasîmê bûn.

Şervanên ku tevlî tabûra Şehîd Ebû Şiyar bûne di destpêkê de mersaîme leşkerî lidarxistin û paşê Endamê Fermandariya YPG’ê Nûrî Yekta axivî û vekirina yekem foca leşkerî li şervanan pîroz kir û got ku bi riya focan de dê hemû destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatiye bidestxistin werin parastin.HLB-EVAKIRINA-TABURA-SEHID-ABO-SYAR-YO-FOCE-YEKEMIN-LI-HELEBE ‫(155124225)‬ ‫‬

Nûrî Yekta di dawiya axaftina xwe de jî soz da ku dê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin û dê bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer bikin û parstina herêmên xwe bikin.

Piştî axaftin bi dawî bû, şervanên ku tevlî foca leşkerî bûne sûnda leşkerî xwarin û soz dank u deê heta serkeftin mayînde bibe şopdarên riya şehîdan bin.

Di dawiya merasîmê de şervanan xelekên govendê li ser stranên erebî gerandin.

https://www.youtube.com/watch?v=uMWUWlYULo0

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …