Li taxa Kurdan 20 sivîl hatin rizgarkirin, 3 çete dîl hatin girtin 

REQA – Li taxa Kurdan a Reqayê 20 sivîlên din ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û 3 çete dîl hatin girtin.

Di roja 116’emîn a Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şer û pevçûn li navenda bajêr bi dijwarî berdewam dike û çete hewl didin bi riya êrîşan dorpêça ku li dora wan teng bûye, fireh bikin. Di vê çarçoveyê de li taxên Kurdan, Nehda, Emîn, Mensûr, parka Harûn Reşîd, Çerxerêya Neîm û derdora nexweşxaneya Watanî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerekî giran rû dide. Taybet li taxa Kurdan şervanên QSD’ê derbeyên giran li çeteyan didin. Di şer û pevçûnên li van taxan de 24 çete hatin kuştin û miqdareke mezin ji çekên çeteyan jî ketin destê şervanan.

Her wiha 20 sivîlên din ên taxa Kurdan ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin û 3 çeteyên ku xwe di nava sivîlan de veşartibûn dîl hatin girtin.

Çekên ku hatine desteser kirin ev in ″5 keleş, 2 BKC, 2 B-7, 12 cîhazên bê têl, cîhazek termal, 2 compîtûr, 2 balafirên keşfê yên drone û hêjmareke mezin ji guleyên hawan û BKC’yê″.

Di şer û pevçûnan de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …