Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Şoreşa jin a Bakur û Rojhilata Suriyê bi tevlîbûna jinan re xwe gihand tevahî beşên civak ê. Her jinên ku di nava rêfên azadiyê de cih digre, dibe hêza bingehîn a domandin û bilindkirina Şoreş ê. Hevrê ya me Adar Cudî  jî  yek ji wan hevalan bu ku di destpêka Şoreşê de cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin de girt.

Hevrê Şêrîn Elî bi nasnav Adar Cûdî di nava malbateke welatparêz a Hesekê de ji dayîk dibe û ev  yek jî dihêle ku her tim di nava lêgerîna jiyanekî azad de be. Bi destpeka Şoreşê re hevrê Adar Cûdî ji bo parastina nasname, ax û çanda gelê xwe berê xwe de nava Yekîneyên Parastin ê. Hevrê Adar Cûdî di destpeka xwe rêxistinkirina YPJ’ê û heta îlan kirina wê de bu îfadeya jina pêşeng. Hevrê Adar ji bo bilindkirina tekoşîna jin kedeke bêhempa da. Li hemberî her cûre êrîşên dagirkirî û qirkirinê bi taybet di tekoşîna  li hemberê DAIŞ’ê de roleke girîng leyîst. Di pêngavên rizgarkirina Hesekê, Şeddade û Til Temîrê de ji êniyên herî pêş de li hemberî çeteyên hov şer kir.  Hevrê Adar bi sekna xwe hem di warê birdozî hem jî leşkerî de herdem pîvanên mîlîtantiyê parast û heta henaseyên xwe ya dawî xwedî erkên xwe derket.

Di diroka 27’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezeyekî bi hevrêyên xwe Hesina Musa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê )  re birîndar bibû. Lê rûxmî hemû hewildanên derman kirinê jî hevrê  Adar Cudî di 31’ê Tîrmehê de gihîşt asta şahadat ê.  Em di serî de ji malbata hevrê ye xwe ye hêja û gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Em weke YPJ’ê li ser wê sozê ne ku emê xwedî keda hevrê yên xwe yên şehîd derkevin û girêdanbûna xwe ye bi şehîdan re bi daîmî kirina pergala civakeke azad û demokratîk re tacîdar bikin.

Nasnameya Hevrê ye me wiha ye:

Nasnav: Adar Cudî

Nav û Paşnav: Şêrîn Elî

Navê dayîk: Leyla

Navê bav: Abdulbaqî

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1985- Hesekê

Cih û Dîroka şehadete: 31.07.2023/ Heleb

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

05.08.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …