FERMANDARÊ GIŞTÎ BI ŞANDEYEK JI KESAYET Û RÛSPIYÊN CEZÎRÊ RE DICIVE

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk îro bi şandeyek ji rûspiyên Cezîrê ku nûnerên hemî komên civakî û kesayetiyên siyasî yên ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Êzîdî tê de re civiya.
Fermandarê Giştî geşedanên siyasî û leşkerî li Sûriye bi giştî, û bi taybetî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê vegot.
Rûspiyên beşdarî şandeyê bûne, di lêgerîna rêyên pêşvebirina Rêveberiya Xweser de li hember pirsgirêkên heyî, û hewcedariya hemî hewldanên ku bi hev re bibin yek ji bo derbaskirina pirsgirêkan û parastina aştiya sivîl nêrînên xwe anîn ziman.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …