21`ê Cotmehê komeke çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hewl dan navçeya Eyn Îsayê dagir bikin. Di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsayê de hewldan hate pûçkirin. Piştî şerê 3 saetan, çete û leşkerên dewleta Tirk çekên xwe hiştin û reviyan li aliyê din balafirên keşfê û yên şer li ser asîmanê navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê geriyan.
Têkildarî mijarê, yek ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan got :
JI 3 ALIYAN VE ÊRIŞ KIRIN Û ÊRIŞA WAN HAT ŞIKANDIN
fermandarê QSD`ê Ezîz Xerbîsan bal kişand ser armanca dagirkeran û got: “Artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gundê Seyda yê ku dikeve bakur û rojhilatê Eyn Îsa ve û ji aliyê rêya M4`ê û aliyê kampa li rojavayê Girê Spî ve, hewl da derbasî navçeyê bibe. Zêdetirî 50 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji 3 aliyan ve xwestin derbasî navçeyê bibin û li ser şêniyên navçeyê û gundewarê wê komkujiyekê pêk bînin. Lê belê hewldana wan hate têkbirin. Ev ne cara yekê ye ku dagirker dixwazin derbasî navçeyê bibin û dagir bikin, lê belê rastî bersivdayîna şervanên me tên.”
‘RÛSYA Û HIKÛMETA ŞAMÊ DÎSA BÊDENG MAN’
Ezîz Xerbîsan destnîşan kir ku di êrişan de leşkerên hikûmeta Şamê û Rûsya tu helwest nîşan nedan û wiha dewam kir: “Ev êriş li ber çavên van hêzan pêk hat. Di encama êrişan de mal û milkên sivîlan jî hatin hedefgirtin. Li rêya M4`ê ya di navbera navçeya Çelebiyê û Eyn Îsayê de ku sivîl tê re derbas dibin, êriş pêk tên. Erebeyên li ser vê rê diçin û tên, rastî siûqest û topbaranê tên.”
‘HEWL DIDIN BAREGEHÊN XWE ZÊDE BIKIN’
Xerbîsan anî ziman ku dagirker di xeta gundewarê Eyn Îsayê û gundewarê rojavayê Girê Spî amadekariya şerekî mezin dike û got: “Çeper û binerdan çê dikin û sewqiyatên leşkerî hene. Bi vê yekê dixwazin barergeh û nuqteyên xwe zêde bikin. Li gundê Seyda mewziyên xwe çêdikin û hewl didin li gund baregehekê ava bikin.”
’24 SAETAN HIŞYAR IN’
Fermandarê QSD`ê Ezîz Xerbîsan diyar kir ku çi dibe bila bibe, dê heta dawiyê bersiva dagirkeran bidin û axa xwe biparêzin û wiha lê zêde kir: “Em nahêlin ku navçeya Eyn Îsayê dagir bikin û zirarê bidin gelê me. Ev parastina rewa ye. Em jî 24 saetan hişyar in. Ew nikarin bihostekê jî derbasî xaka Eyn Îsayê bibin.”