Şehîdê QSD’ê Emîn li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şehîd QSD’ê Ridwan Emîn (Idrîs Yûsif) li goristana Şehîd Dijwar hate veşartin.

 Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD’ê Ridwan Emîn (Idrîs Yûsif) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spartin axê. Şêniyêan cenaze ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd û alên QSD’ê hatibûn xemilandin ber bi goristanê ve ketin rê.

Kerwanê cenaze dema gihişt goristanê bi diruşmeyan ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşker dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Eseed û ji fermandarên hêzên leşkerî ya qada Şedadê Kazim Amûdê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û ev tişt hate gotin: “Zarokên me yên şehîd beşek ji dil û bedena me ye, em bi şehadeta wan xemgîn in û bi wan serbilind in, ji ber ku di oxira parastina xak û rumeta xwe de berdêlên giranbuha dane.”

Her wiha hate destnîşankirin ku dijmin hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de biafirîne û hevgirtina gel têk bibe, lê bi têkoşîn û yekitiya hemû pêkhateyan wê planên wan têk biçin.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Mablatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevalên çek ê şehîd, cenazeyê şehîd hilgirtin û di nava diruşmeyên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …