REQA- Şervan bû; feramandar tevlî Hemleya Xezeba Firatê dibe û piştî 6 salan li mala xwe ya ku nû hatî rizgarkirin, vedigere.
Mehmûd Ismaîl tevî dayîk û pênc bira û xwişkeke xwe sala 2011`an ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve neçar dimînin ku ji bajarê xwe Reqayê koç bibin û werin bajarê Qamişlo bi cih bibin. Ew li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê dirûniştin.
Demeke dirêj li ser hatina Mehmûd a bajarê Qamişlo derbas nabe û ew tevlî nava refên YPG`ê dibe. Ji şervaniyê dibe fermandarekî QSD`ê û her li benda rizgarkirina Reqayê ye.
Di hemleya Reqayê de fermandar e
Hemleya Xezeba Firatê 5`ê mijdara 2016`an destpê kir û fermandar Mehmûd ciyê xwe di nava Hemleya Xezeba Firatê de digre. Her wiha ciyê xwe di nava hemleya Rizgarkirina bajarê Reqayê de digre û her li eniyên pêş e.
Piştî ku bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû fermandar Mehmûd çû li mala xwe ya ku bibû 6 sal jê dûrketibû, binêre. Nûçegîhanê me jî pê re diçe û Mehmûd bîranînên xwe yên berê wiha bibîrtîne:ʺ Me zaroktiya xwe li vir derbas kir, gelek bîranînên me hene, ez pir kêfxweşim ku dikevim mala xwe ya rizgarkirîʺ.
Çeteyên DAIŞ`ê malbatên çeteyên xwe yên biyanî di mala fermandar Mehmûd de bi cih kiribûn.
Malbata Fermandar Mehmûd Ismaîl (43) dayîk û xwişk û birayên wî hîna li bajarê Qamişlo dijîn û bi rizgarkirina Reqayê gelekî kêfxweşin.