Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Jac Holmes li Reqayê şehîd bû

 Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Jac Holmes, li Reqayê di operasyona rakirina mayinan de şehîd bû.

Şervanê Îngilîz ê 24 salî, ku sala 2015’an tevlî nava refên YPG’ê bû, ji bo pêşî li vegera sivîlan veke mayinên li nava bajêr radikir. Di dema rakirina mayinan de şehîd bû.

Dayika Holmes Angîe Blannîn ji BBC re axivî û ji bo kurê xwe got:”Ew ji bo min lehengek bû. Dixwest li pey bîr û baweriya xwe biçe û bibîne ku li Reqayê xîlafet qediya ye. Ev yek kêliyeke dîrokî bû û dixwest bibe parçeyek ji vê kêliyê.”

Holmes, ku di pêngavên Til Hemîs, Minbic, Tebqa û Reqayê de cih girt, di şerê Reqayê de cihê xwe di nava koma ji 4 sekvanan de digirtin. Endamên din ên komê, mîna wî şervanên dilxwaz in ku ji Spanya, DYA û Elmanyayê hatine.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …