NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG‘ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di 17 û 22’ê cotmehê di operasyonên Bagera Cizîrê û Reqayê de şehîd bûne ragihand û soza xwedîderktina li ked û fedakariya hevalên xwe nû kir.
Naveneda Ragihandin û Çapemenî ya YPG‘ê têkildarî nasnameya şehîdan, daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Pêngava Bagera Cizîrê a ku di 9’ê îlonê de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bakurê herêma Dêrazorê hatibû destpêkirin, bi destkeftiyên mezin dewam dike. Şervanên QSD, heftiyek piştî rizgarkirina bajarê Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê careke din bi pêşengtiya YPG û YPJ‘ê li Dêrazorê pêşve diçin. Her çiqasî ku rejîma Sûriyê û alîgirên wê dixwazin bi êrişên xwe ji erdê û esman pêşî li hêzên QSD’ê bigirin, gelek herêmên girîng û stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di vê çarçovê de îro em nasnameya du hevrêyên xwe ku di 17 û 22’ê Cotmehê di çalakî û operasyonên Bagera Cizîrê de gihiştine şehadetê radigihînin.
Herwiha em îlan dikin ku hevalê me Qehreman Amed di 19’ê Cotmehê li Reqqayê gihiştiye şehadetê.
Weke YPG, di serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û carek din soza xwe nû dikin ku li ked û fedakariya hevalên xwe xwedî derkevin.”
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Agirî Xweşnav
Navê Rast: Eymen Salih
Navê Dayîkê: Terfa
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 22-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Mêrxwaz Amed
Navê Rast: Fayîz Mihemed
Navê Dayîkê: Emşa
Navê Bav: Hirês
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Qehreman Amed
Navê Rast: Amed Ozkan
Navê Dayîkê: Gulçîn
Navê Bav: Nûredîn
Cihê ji Dayîkbûnê: Amed
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19-10-2017 Reqqa.”