EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker gundên Îska, Şadêrê û Xezîwiyê yên navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê topbaran kir, ji ber topbaranê ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.
Artêşa Tirk a dagirker şeva din ji keleha Semanê û gundên derdorê, gundên Îska , Şadêrê û Xezîwiyê bi topên hawanan û çekên giran hedef girtin. Di topbaranê de ziyanên madî gihiştin malikên welatiyan.