Cenazyên 4 parêzvanan li Tebqayê hatin oxirkirin

 TEBQA – Cenazeyên 4 şervanên QSD‘ê yên di operasyona paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînên çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bûn, bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.

TEPQA-MERASIMA-SEHIDA (5)

Şervanên QSD‘ê Hesen Abdullah El-Temir (Ebû Ûsama), Emar Taha El-Efara (Emar Reqa), Ebas Kazim El-Hisên) Ebas El-Kerama) û Ehmed Mihemed Nafai di operasyona paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînên çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bûn. Şêniyên herêma Tebqayê û gundewarên wê ji bo oxirkirina cenazayên van şehîdan li ber nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Tebayê kom bûn. Girse cenaze ji nexweşxaneyê wergertin û bi kerwanekî ku ji dehan erebayan pêk dihat ber bi Mezara Şehîdan ve bi rê ketin, di wê navberê de dirûşmeyê şehîda namirin beriz dikirin.

Li mezarê jî kerwanê oxirkirinê ji aliyê sedan şêniyên gundên El-Cirniya, El-Mehmûdlê, Caber û herêma Tebqayê ve hate pêşwazîkirin.

Girseya gel bi dirûşmeyên û tiliyên sembola serkeftinê derbestê şehîdan rakirin û li ser dîka mezarê danîn. Li vir jî merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi tûraneke leşkerî ji aliyên şervanên YPJ‘ê û Hêzên Erka Xweprastinê ve dest pê kir.

Di merasîmê de, bi navê Fermandariya QSD‘ê Omîd Gabar sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku ew xwîna şehîdan li erdê nehêlin.TEPQA-MERASIMA-SEHIDA (9)

Omîd Gabar di nava axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Serokê rêjîma Sûriyeyê ku hêzên wan bi îxanetê bi nav dike û got “Li gorî rêgezên rêjîma Baas; yên ku li gorî sîstema wan tevnegere ew bi xiyanetê bi nav dike. Her wiha kesê bixwaza bi azadî bijî ew jî xayîn e. Her kes vê yekê baş nas dike ku li Bakurê Sûriyeyê îradeya gelan li pêş e, ji bilî QSD‘ê ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de digire, tu hêz din tuneye.”

Di merasîmê de, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebaqayê, Hevseroka Meclîsa Rêveber Hind El-Elî jî axaftin kir û got ku parastina herêma Tebqayê erkeke dikeve li ser milê xelkên vê herêmê. Hind El-Elî anî ziman ku van şehîdan ji bo jiyaneke azad û bi rûmet şehîd bûne û banga xwedîderketina li xeta wan kir.

Endamê Meclîsa Eşîreyan Ehmed Ewad El-Hisên jî ji aliyê xwe ve sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt jî anî ziman “Em ne xayîn in. ji bo vê welatî em rojane şehîdan didin, van şehîdan jî ji bo parastina me xwe feda kirin.”

Ehmed Ewad El-Hisên soza şopandina xeta şehîdan da.

Nasnameya şehîdan ji aliyê Rêvebera Komîteya Karûbarên Şehîdan Ibtîsam El-Îbrahîm ve hate xwestin û radestî malbatên wan hate kirin. Paşê di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayika spartin axê.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …