Di nava salekê de êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker di sala derbasbûyî de 576 caran bi êrîş li dijî herêma Efrînê pêk anî. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Gelek ziyanên madî jî bi mal û milkên welatiyan bûn.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (1)

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de 11 hezar û 337 darên zeytûn û wekî dîtir rakir, her wiha zêdeyî 204 hîktar zeviyên çandiniyê yên cotkarên herêmên şewtand.

Di vê salê de 54 welatiyên sivîl bûne hedefa Artêşa Tirk û ji wan gelek kes hatin kuştin, hin jî kes jî li ser destê leşkerên Tirk hatin êşkencekirin.

Hêzên YPG û YPJ’ê û Hêzên Şoreger bersiva êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê dan, di encamê de 301 leşker û çete hatin kuştin. Hejmarek ji maşîneyên wan ên leşkerî ku di êrîşan de dihatin bikaranîn jî hatin rûxandin.

Di nava salê de bi dehan caran balafirên şer û balafirên keşfê li ser herêmê geriyan. Di vî beşê xwe yê panoramayê de em ê aliyekî ji binpêkirin û êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê destnîşan bikin.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (6)

ÇILE

Di 12’ê çile de Artêşa Dagirker a Tirk xaka gundê Ereb Cuma bin pê kir û 600 darên zeytûnan rakir. Artêşa tirk 250 metreyan xaka gund derbas kir. Di 16’ê çile de jî 50 metreyên din bin pê kir.

Di 15 û 16’ê çile de Artêşa Tirk di çarçoveya lêkirina “Dîwarê Şermê” de li gundê Qermetî yê navçeya Şiyê ya Efrînê 4 hezar û 14 darên gundiyan birî.

Di 22’ê çile de Artêşa Tirk bi qasî 300 metreyan derbasî gundê Kurdo yê navçeya Bilbilê bû û dest bi lêkirina “Dîwarê Şermê” kir. Di 25’ê mehê de jî li gundê Ekîdama bi qasî 600 metreyan xaka gund derbas kir û 200 dar birî.

SIBAT

Di 6’ê sibatê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşeke hemwext anîn ser gundên Qetmê, Merenaz û Belûn ên Efrînê. Şervanên YPG jî bersiva êrîşan dan. Wê demê topavêjek, maşîneyeke leşkerî û bendozereke çeteyan hatin rûxandin. Di roja din de jî şervanan bendozerek din a çeteyan rûxand.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (5)

Di 8’ê sibatê de Artêşa Tirk bi mesafeya 500 metreyan derbasî xaka gundê Kurdo ya navçeya Bilbilê. Vê carê jî 130 dar birî. Di roja 10’ê sibatê de Artêşa Tirk li herêma sînor 3 welatiyên Efrînê girt û bi awayekî hovane êşkence li wan kir. Welatiyên hatin êşkencekirin nav û temenên wan wiha ne: Cemîl Ebdulqadir (16), Izet Şukrî (16) û Ehmed Kemal (25).

Di 28’ê sibatê de jî mayînek ku Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Hezwan ê kantona Şehbayê bi cih kiribûn teqiya û di encamê de welatiyên bi navê Mihemed Ebdulah Xezme, Ehemed Xezme û zaroka 9 mehî ya bi navê Emîra Xezme jiyana xwe ji dest dan. Di heman teqînê de jinên bi navê Fatma Hemdo û Hediya El-Xawiye jî birîndar bûn.

ADAR

Di 3’yê adarê de komên çete yên girêdayî Artêşa Tirk êrîşî gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrînê kirin. Hêzên YPG’ê bersiva êrîşê dan û şer derket. Di encamê de çeteyek hate kuştin.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (4)

Di 7’ê adarê de YPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku 40 leşkerên Artêşa Tirk li gundê Ferferkê yê navçeya Raco derbasî xaka Rojava bûn. Di heman demê de balafirên keşfê yên Artêşa Tirk li herêmê geriyan. YPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku wan destwerdan kir û şer derket. Di encamê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn û balafireke keşfê ya Artêşa Tirk hate xwarê.

Di rojên 21 û 22’yê adarê de Artêşa Tirk hin gundên girêdayî Şiyê û Cindirêsê topbaran kir. Di wê rojê de zêdeyî 300 top li van gundan ket. Ji ber topbaranê 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Di 23’yê adarê de Artêşa Tirk 11 hektar ji erdên gundên Baliyê û Tobel ên navçeya Bilbilê dagir kir. Artêşa Tirk li vir 400 darên zeytûnan û 120 darên dîtir rakir.

Di 27’ê Adarê de jî Artêşa Tirk êrîşî gundên Merenaz, Malikiyê û Vêlat El-Qadî kir û YPG’ê bersiva êrîşan da. Di encmaê de tangeke Artêşa Tirk hate teqandin.

Di 30’yê Adarê de Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî herêma Şehbayê kirin û Hêzên Şoreşger jî bersiva êrîşan dan. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û zêdetirî 40 çete jî birîndar bûn. Di roja din de jî çeteyan êrîşî gundên Sed El-Şehba, Qol Sirûc, Um Hoş, Merenaz, Eyn Deqnê, Til Rifet û Şêx Îsa kirin. Hêzên Şoreşger dîsa bersiva êrîşan dan û maşîneyeke doçka li ser a çeteyan rûxandin.

NÎSAN

Di 4’ê nîsanê de jî çeteyan êrîşî gundên Şebayê kirin. Di bersivdayîna Hêzên Şoreşger tirmpêleke çeteyan hate rûxandin.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (1)

Di 5’ê nîsanê de çeteyên Artêşa Tirk ên li bajaroka Mari û gundê Til Malid bi cih bûne, êrîşî gundên Um Hoş, Qol Sirûc, Til Medîq Semoqe û Hisiyê yên kantona Şebayê kirin. Di êrîşê de panzêrek hatin bikaranîn. Hêzên Şoreşger bersiva êrîşê dan û di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Di roja 11’ê nîsanê de jî Artêşa Tirk gundê Um Hoş ê Şehbayê topbaran kir. Ji ber topbaranê 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Di 15’ê nîsanê de Artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Nedîm Horo Mihemed ê ji gundê Baliya yê navçeya Bilbilê ya Efrînê dema ku diçû ser karê xwe hedef girt. Mihemed bi 2 guleyan ji lingê xwe ve birîndar bû.

Di 18’ê nîsanê de çeteyên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî gundên Sed El-Şehba, Hisiyê, Um Hoş, Zoyan, Herbel û Şêx Îsa yên Şehbayê kirin û bi bersiva şervanên Hêzên Şoreşger re rû bi rû hatin. Di şerê li vê qadê de de 9 çete birîndar bûn.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (10)

Di 26’ê nîsanê de çeteyên Artêşa Tirk êrîşî gundên Wehşiye, Sed El-Şehba, El-Şeale, Til Cîcan, Hesiyê, Til Medîq, Herbel, Til Rifet, Şêx Îsa, Werdiyê, Hesaçik, Eyn Deqnê û Minix ên herêma Şehbayê kirin. Hêzên Şoreşger bersiva êrîşan dan. Di şerê li vê herêmê de 11 çete birîndar bûn.

Di 27’ê nîsanê de Artêşa Tirk êrîşeke berfireh anî ser gundên navçeyên Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê. Şervanên YPG û YPJ’ê bersiv dan û şer derket. Di şer de 17 çete hatin kuştin, 2 qereqol û panzêrek Artêşa Tirk hatin ruxandin.

Piştî bi rojekê ango roja 28’ê nîsanê Arêtşa Tirk navenda Avrîn FM (Radyoya Efrînê) topbaran kir, di encamê de weşana radyo hate rawestandin.

GULAN

Di 1’ê gulanê de komên çete yên girêdayî ArtêşaTirk êrîşî Kampa Robar a koçberan kirin. Di kampê de 5 hezar koçber hebûn û ji ber topbaranê 4 koçber birîndar bûn û ziyaneke madî ya mazin bi milkên koçberan bû. Wê rojê koçber neçar bûn ku derkevin derve.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (8)

Di 3’yê gulanê de çeteyên Artêşa Tirk êrîşî gundên Semoqa, Til Medîq û Hisê yên Şehbayê kir û ev gund da ber topan. Hêzên şoreşger bersiv dan û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Di 5’ê gulanê de careke din Artêşa Tirk û çeteyên xwe êrîşî gundên herêma Şehbayê kirin. Di bersiva Hêzên Şoreşger de 8 çete hatin kuştin.

Di 13’ê gulanê de çeteyên Artêşa Tirk gundê Um Hoş, Til Medîq, Semoqe û Hisiyê yên Şehbayê topbaran kirin. Di encamê de 5 sivîl birîndar bûn û kesekî sivîl jî jiyana xwe ji dest da.

Di 14’ê gulanê de çeteyên Artêşa Tirk ên li gundê Kelcebrîn êrîşî gunên Herbel, Um Hoş, Semoqe, Şêx Îsa û Qolserc ên Şebayê kirin.

Di 21’ê gulanê de çeteyên Artêşa Tirk ên li Kela Semanê bi cih bûne êrîşî gundê Îska yê navçeya Şerawa ya Efrînê kirin. Hêzên YPG/YPJ’ê bersiva dan û di encamê de 3 çete hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Di 24’ê gulanê de çeteyên li bajarokê Mari bi cih bûne li dijî herêma Şehbayê êrîş pêk anîn û Hêzên Şoreşger bersiva êrîşê dan.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (7)

Di 26’ê gulanê de çeteyan li derdora gundên Îska ya Efrînê êrîş pêk anîn û hêzên YPG’ê bersiv dan. Di bersivdayînê de çeteyek hate kuştin.

Di 29’ê gulanê de Artêşa Tirk zeviyên genim û ceh ên gundiyên Dîwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê şewitandin. Piştî rojekê (30’ê gulanê) jî çeteyên Artêşa Tirk êrîşî gund kirin. Şervanên YPG’ê ku bersiv dan, çeteyek kuştin.

HIZÊRAN

Di 3’yê hizêranê de çeteyên Artêşa Tirk êrîşî gundên Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin. Hêzên YPG/YPJ’ê bersiva êrîşê dan. Di encamê de çeteyek hate kuştin. Di roja din de jî êrîş pêk hat, careke din jî şervanan bersiv dan û 4 çete birîndar bûn. Di heman demê de li herêma Cindirêsê ya Efrînê jî çeteyan êrîş kir. Li vir jî 2 çete hatin kuştin.

Di 5’ê hizêranê de çeteyan xwest bikevin gundên Celemê û Dêwa yên herêma Cindirêsê ya Efrînê. Şervanên YPG/YPJ’ê bi çeteyan hesiyan û şer derket. 2 çete hatin kuştin û hewldana wan têk çû.

Di 7’ê hizêranê de jî çeteyan li gundên Şehbayê êrîş pêk anîn. Di bersiva şervanên YPG’ê de maşîneyeke çeteyên Artêşa Tirk a BMB hate rûxandin.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (2)

Di 8’ê hizêranê de Artêşa Tik û çeteyên wê êrîşî gundên Minix û El-Qemiyê yên kantona Şebayê kirin, di heman demê de êrîşî gundê Qestel Cindo yê Efrînê kirin. Şervanên YPG’ê û Hêzên Şoreşger li herdû cihan jî bersiva êrîşên çeteyan dan. Di encamê de 25 çete hatin kuştin, termê 13 çeteyan kete destê şervanan.

Di 13’ê hizêranê de jî çeteyên Artêşa Tirk ên li Kela Semanê bi cih bûne, êrîşî gundê Basûfanê kirin. Şervanan YPG û YPJ’ê bersiva êrîşê dan. Di encamê de zêdeyî 50 çete hatin kuştin, ji wan cenazeyên 28 çeteyan jî kete destê şervanan. Di vî şerî de 7 maşîneyên çeteyan hatin teqandin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.

Piştî êrîşê bi rojekê Artêşa Tirk a dagirker bajarê Til Rifet, gundên Şêx Îsa, Um Hoş, Herbel û Şêx Hilal ên kantona Şehbayê topbaran kir. Di encamê de zaroka bi navê Hemîda El-Selîm jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din ji malbata wê birîndar bûn.

Di 19’ê hizêranê de çeteyên Artêşa Tirk xwestin derbasî gundê Til Medîq ê herêma Şehbayê bibin. Şervanan Ceyş El-Siwar bersiva çeteyan dan. Li vir 5 çete hatin kuştin û çeteyên din paşde vekişiyan.

Di 18’ê hizêranê de çeteyên Artêşa Tirk êrîşî gundê Îska kirin. Şervanan bersiv da û di encamê de 5 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (9)

TÎRMEH

Di 3’yê tîrmehê de komên çete yên dewleta Tirk ku bajarê Ezazê dagir kirine, gundên Qestel Cindo, Cilbirê û Merenaz ên kantona Efrînê dane ber topan.Di encamê de 4 welatiyên sivîl yek ji wan jin bû, birîndar bûn.

Di heman rojê de Artêşa Tirk a dagirker 200 hektar ji zeviyên çandiniyê yên cotkarên herêmên Şehbayê şewitand.

Dîsa heman rojê çeteyên Artêşa Tirk gundê Kefer Entûn ê Şehbayê topbaran kirin, di encamê de 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 8 jî birîndar bûn.

Di 4’ê tîrmehê de jî çeteyên Artêşa Tirk gundên Ihris ê Şehbayê topbaran kirin. Di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn. Di heman rojê de çeteyên dewleta Tirk bajarê Til Rifet û gundê Şêx Îsa dane ber topan. Hêzên Şoreşger bersiva êrîşa çeteyan dan û şer derket, 13 çete hatin kuştin.

Di 15’ê tîrmehê de çeteyên Artêşa Tirk êrîşî gund û bajarokên Şehbayê kirin. Di encamê de welatiyê bi navê Henan Doxan ê 30 salî jiyana xwe ji dest da û ciwanê bi navê Yamin Kewayî yê 19 salî birîndar bû.

Di 18’ê tîrmehê de çeteyan Tirkiyeyê êrîşî gundê Eyn Deqnê yê Şehbayê kirin. Hêzên Şoreşger bersiva êrîşan dan û şer derket. Di encamê de 5 leşkerên Tirk jî di nava de 30 çete hatin kuştin.

Di 27’ê tîrmehê de jî çeteyên Artêşa Tirk xwestin derbasî gundên Şehbayê bibin, Hêzên Şoreşger tevgera wan ferq kirin û şer derket. Di vî şerî de 16 çete hatin kuştin û hewldana wan vala derket.

Di 29’ê tîrmehê de jî çeteyan careke din êrîşî gundên Şehbayê kirin, şervanan bersiva çeteyan da û şer derket. Di encamê de 3 çete birîndar bûn û maşîneyeke çeteyan a leşkerî hate derbkirin.

TEBAX

Di 2’ê tebaxê de leşkerên Artêşa Tirk li ser sînorê di navbera Rojava û Bakruê Kurdistanê 4 welatiyên sivîl ên ji Efrînê kuştin. Di roja din de jî çeteyên Artêşa Tirk ciwanê bi navê Samî Bazo yê ji gundê Îska yê Efrînê birîndar kirin.

Di 14’ê tebaxê de Arêtşa Tirk êrîşî gundên Eyn Deqnê kirin, şervanên YPG/YPJ’ê bersiva êrîşan dan. Di encamê de şervanan tirimpêleke êrîşkaran rûxandin û balafireke keşfê ya girêdayî Artêşa Tirk anîn xwarê.

Di 6’ê tebaxê de dîsa çeteyên Arêtşa Tirk êrîşî Şebayê kirin û bi bersiva Hêzên Şoreşger re rû bi rû hatin. Di vê rojê de tangeke çeteyan û erebeyeke doçka li ser hatin rûxandin.

Di 13’ê tebaxê de Arêtşa Tirk careke din Kampa Robar a koçberan topbaran kir.

Di 23’yê tebaxê de li gundên Hesaçik a herêmên Şehbayê jî mayînek ku Arêtşa Tirk bi cih kiribû bi welatiya bi navê Rewa Şêxo de teqiya û Rewa jiyana xwe ji dest da.

Di 29’ê tebaxê de Artêşa Tirk navenda Efrînê topbaran kir. Di encamê de 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.

COTMEH

Di 25’ê cotmehê de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk êrîşî girê Bedirxan ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin. Hêzên YPG’ê bersiva êrîşê dan û serçeteyek hate kuştin.

Di 26’ê cotmehê de Arêtşa Tirk 40 darên zeytûnan ên herêma Raco ya Efrînê rakir.

Di 28’ê cotmehê de jî Artêşa Tirk 70 darên zeytûnan û 5 darên beyîfan ên gundê Şingilê yê navçeya Raco rakir.

MIJDAR

Di 6’ê mijdarê de Artêşa Tirk ji bo çêkirina “Dîwarê Şermê” di nava sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de 150 dar rakir.

Di 18’ê mijdarê de jî çeteyên Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Til Başûr ê Cindirêsê topbaran kirin. Di encamê de 3  welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …