şervanên YPJ du jinên din ên Êzîdî rizgarkirin

Şervanên YPJ du jinên din ên Êzîdî rizgarkirin. Herdû jinên bi navê Berfê û Cîhan bi coşeke mezin desmalên reş ji ser rûyê xwe avêtin û wiha gotin; “Êdî em li ba xûşkên xwe yên delal ên YPJ’ê ne. Em gelek kêfxweşin û niha jî dixwazin Şengala xwe ya rengîn bibînin”.

Hin kêlî hene ku ti peyv nikare wesfa wan bike. Mirov bi ti zimanî, bi ti pênaseyê nikare îfade bike. Her tişt di wê kêliyê de ker dibe, bêdeng dibe û tenê ew kêlî qanadên xwe vedike, bask dide. Di wê kêliyê de azadiya herkes lê digere dibêje vaye ez li virim, eve pênaseya min…

Di van rojên dawî ku bi hezaran jin, zarok, pîr û kal ji destê çeteyên DAİŞ’ê hatin rizgarkirin, bi dehan jinên Êzîdî jî ji nav pençên çeteyan xilas bûn.

Jinên Êzîdî yên bi navê Berfê û Cîhan ku ev 5 sale, ango ji dema fermana 73’an a Şengalê de ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê hatibûn revandin, îro bi destê şervanên YPJ’ê hatin rizgarkirin. Herdû jinan bi vê dilşadiya xwe ya rizgarkirinê çarşefên reş ji ser beden û rûyê xwe avêtin. Li pişt wan perdan rûyek çeleng, rûyek saf û paqij hebû. Di vê kêliyê de ew rûkeniya wan bû pênaseya azadbûna wan. Vaye niha jî herdû jin bi hêviya dîtina Şengalê bi coş û kelecan bûne.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …