2 şervanên Aşûrî yên cêwî bi vîna tolhildana ji komkujiyên Osmaniyan li ber xwe didin

Şervanên Aşûrî yên cêwî ku li dijî komkujiyên çeteyên DAIŞ bê deng neman, di sala 2015’an de di nav Hêzên Parastina Xabûr de cih girt. Niha jî ev cêwî bi vîna tolhildana ji komkujiyên dewleta Osmanî û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ber xwe didin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Nemaze li dijî avçeya Til Temir êriş berdewam dikin û rojane balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeyê digerin. Li dijî êrişên hovane Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Parastina Xabûr di çarçoveya parastina rewa de li ser xeta Xabûr li ber xwe didin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî 8`ê Çileya 2013`an de hat avakirin û 1`ê Nîsana 2012`an Hêzên Parastina Xabûr hat avakirin. Bi avakirina van hêzan re bi sedan şervanên Aşûrî, Suryan û Ermen tevlî van hêzan bûn. Cara yekem hêza pêkhateyên Aşûrî, Suryan û Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dibe.

Di nav Hêzên Parastian Xabûr de niha li eniyên berxwedanê 2 şervanên Aşûrî yên cêwî hene. Ev cêwî li dijî êrişên hovane yên DAIŞ bê deng nemane û di sala 2015’an de tev li Hêzên Parastina Xabûr bûne. Basil Hesekê û Dewîd Dîbaz ku 5 sal e axa xwe ji dagirkeran diparêzin.

Basil Hesekê sedema tevlêbûna xwe anî ziman ku ji hovîtiyê re nikarîbû bê deng bibûya û got: “Min û cêwiyê xwe li dijî wan êrişan û ji bo tolhildana gelê xwe biryara tevlêbûnê da. Armanca me ew bû ku li hemberî her êrişekê bi vîneke xurt bisekinin û gelê xwe ji hovîtiyan biparêzin.  Wekî hemû pêkhateyan, pêkhateyên Aşûrî jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin hedefgirtin. Bi sedan ciwanên Aşûrî, Suryan û Ermen ji bo erka sereke ya parastinê bi çek bûn û mil bi mil axa xwe parast.”

‘BI YEKITIYA GEL ME DAIŞ TÊK BIR’

Basil Hesekê behsa hin kiryarên çeteyên DAIŞ’ê kir û got: “Di nav şev û rojekê de bi sedan şêniyên Aşûrî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Li dijî wan êriş û hovîtiyan ez nikarîbûm bê deng bimama û ez tev lê bûm. Hovîtiyê vîna me têk nebir û hîn zêdetir hêza berxwedan û tolhildanê xurt bû. Di nav şer de tişta herî zêde bandor li min kir; me bi hemû pêkhateyên herêmê re li dijî çeteyan bi yek rûhî li çeperên herî pêş cih girt. Bi vê yekitiyê me DAIŞ têk bir û em bi ser ketin.”

Basil diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ku 2015’an êrişî herêmê kirin, niha jî heman çete bi navekî din û guhertina cilan dîsa êriş dikin û got: “Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ku niha êrişî me dikin, heman çeteyên DAIŞ’ê ne. Ji qaşo fermandar bigirin heya leşkerên wan DAIŞ in. Bi êrişan dixwazin nasnameya gelan tune bikin, bi taybet nasnameya Aşûriyan. Dewleta Tirk a dagirker û neviyên dewleta Osmanî ew komkujiyên ku li Seyfo û Sîmêlê bi temamî negihîştin armanca xwe, niha dixwazin bi wan êrişan armanca xwe temam bikin.

Di komkujiyên Seyfo û Sîmêlê de hêza me tune bû ku gelê me ji komkujiyê biparêze. Beriya destpêkirina şoreşê rejîma Sûriyê destûr ji bo avakirina hêza Aşûriyan nedida. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re derfet çêbû ku pêkhateyên Ermen, Suryan û Aşûrî hêza xwe ava bikin û gelê xwe ji komkujiyên nû biparêzin. Hêzên Parastina Xabûr li dijî êrişên DAIŞ’ê li ber xwe da û niha jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dide.”

‘EM LI HEMBER NEVIYÊN OSMANIYAN LI BER XWE DIDIN’

Dewîd Dîbaz jî bi tevlêbûna xwe gelekî serbilind e ku dibejê ew li dijî dagirkeran gel û welatê xwe diparêze.  Dewîd Dîbaz komkujiya dewleta Osmanî ku ji bapîrê xwe guhdar kiribû, heman tişt niha li ber çavên wî zindî dibe û dibejê: “Em li hember nêviyên Osmaniyan li ber xwe didin. Qaşo bi navê Kaniya Aştiyê êrişên dagirkeriyê dane destpêkirin, lê ev ne kaniya aştiyê ye, kaniya sûcên mirovahiyê ye.  Di herêmên ku hatine dagirkirin de guhertina demografiyê pêk tê ku dixwazin van planên qirêjî li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin meşandin. Lê bila bizanin ku heya şervanek jî bimînê em ê li ber xwe bidin û nehêlin ew planên wan ên qirêjî biçin serî.”

Dîbaz anî ziman ku ew nahêlin çîroka dewleta Osmanî dîsa dubarê bibe û got: “Kal û pîrên me bi destê dewleta Osmanî hatin qetilkirin ku me soza hildana tola komkujiyan daye. Nêviyên ku ji komkujiya Osmanî filitînê, hêza xwe ava kirine, bila dewleta Tirk a dagirker jî zanibe ku dagirkeriyê qebûl nakin û nahêlin ku derbasî herêmên me bibin.”

Dewîd Dîbaz bang li hemû ciwanên Aşûrî, Ermen û Suryan kir ku cihê xwe di nav Hêzên Parastina Xabûr û Meclisa Leşkerî ya Suryanî de bigirin û axa xwe ji dagirkeran biparêzin û got: “Em ê gelê xwe ji êrişan biparêzin heya xwîn di canê me de hebe. Bila gelê me yê Aşûrî vegere

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …