Kiryarên qirêjî yên çeteyên Tirkiyê li Efrînê dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî ku yek jê jin e, ji Efrînê revandin.EFRÎN

Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tawanên derew sivîlan direvînin û li beramberî serbestberdana wan pereyan dixwazin. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniya bi navê Leyla Qeblan ku ji şêniyên gundê Holîlo yê herêma Raco ya kantona Efrînê ye, revandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyan Leyla ber bi zindanên çeteyan ên li herêma Racoyê ve bir. Leyla beriya çend mehan hatibû revandin û beriya 2 mehan beramberî pereyan hatibû berdan.

Girêdayî mijarê çavkaniyekî din ji navenda bajarê Efrînê destnîşan kir ku çeteyên Tirkiyê şêniyên bi navên Dewran Omar ê ji gundê Basotê û Welîd Mihemed Xelîl ku ji şêniyên Efrînê ye, revandin û çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

Li gorî çavdêran artêşa Tirk a dagirker nefesê li sivîlên Efrînê teng dike da ku wan neçarî koçberiyê bike.

Darên li Goristana Şêxmûs Enzelî qut dikin

Dîmenek ji kantona Efrînê ku tê de Goristana Şêxmûs xuya dike, gihîşt ber destê me. Di dîmenan de xuya dike ku artêşa Tirk a dagirker çawa darên derdora Goristana Şêxmûs Enzelî ya li Meydana ya gundê Kawanda yê Racoyê qut dikin.

Goristana Şêxmûs ji şêniyên herêmê re cihekî pîroz e û gelek kes berê xwe didin wê.

Hêjayî bibîxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî kantona Efrînê dagir kiriye, hemû goristan û cihên pîroz talan kirin û tiştên di hundirê wan de didizin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …