Êrîşên qirkirinê didomin, artêşa dagirker 21 sivîlên Efrînê birîndar kirin  

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Berbenê yê girêdayî herêma Raco bi çekê giran topbaran kir. Di encamê de 7 jê zarok 21 sivîl birîndar bûn.

Êrîşên qirkirinê ev 45 roj in li ser Efrînê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Berbenê yê girêdayî herêma Raco bi çekên giran topbaran kir.

Di encama êrîşa hovane de, 7 jê  zarok 21 sivîl birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Dunya Ehmed Bekir(17), Şêxo Abdullqadir(12), Newroz Hesen Mustefa(35), Emîne Mihemed Mustefa (80), Cuma Hisên Abdullqadir(7), Mihemed Hisên Abdullqadir(2), Foziye Mihemed (35), Fîdan Bekir(17), Mihemed Hisên Ebdo (52), Emîne Eslan Mustefa (60), Nezmiye Hesen (20), Cumana Ehmed Musa (80), Ehmed Hisên (47), Newroz Hesen (3), Hediye Elî Umer (49), Ilham Elî Umer (49), Ilham Menan Xelîl (50), Şiyar Abdullqadir, Dijle Ehmed Bekir(26), Fatime Eslan Mustefa (42), Semîra Umer Şêx(55).

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …