‘Eger ez şehîd bûm, li ser wêneya min binivîsin Efrîn ne bi tenê ye’

EFRÎN – Şervana YPJ‘ê Viyan Soran soza parastina Efrînê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk bi cih anî û gihîşt asta şehadetê. Viyan wiha digot″Eger ez şehîd bûm, li ser wêneya min binivîsin Efrîn ne bi tenê ye.″

 

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Viyan Soran di berxwedana li eniya navçeya Şiyê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şehîd bû.

Viyan Soran beriya ku şehîd bibe bi çend rojan ve di hevdîtneke xwe de li gel ajansa me diyar kiribû, ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî Efrînê biparêze.

Şehîd Viyan Soran, di hevdîtinê de, destnîşan kiribû ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide li eniya Şiyê pêş de biçe û tekez kiribû ku ew bi hemû hêza xwe bersiva hewldanên dagirkeran dide.

Di dîmenê hevdîtinê de, têkoşer Viyan Soran balê dikişîne ser destekdayîna gel a bi şervanên parastinê re û dibêje ku gel jî xwe li gorî rewşa şer bi rêxistin kiriye û destekê dide şervanên li eniyên berxwedanê.

Şehîd Viyan Soran, di wê hevdîtinê de, soza dabû ku ew ê heta dawî Efrîn biparêze û got “Efrîn, Efrîna gelê xwe ye. Ez ê heta dilopa dawî ji xwînê xwe wê biparêzim, dema ez şehîd bûm li ser wêneyên min binvisînin; Efrîn ne bi tenê ye.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …