Artêşa dagirker herêm û navçeyên Efrînê bombebaran û topbaran kirin

EFRÎN – Şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêm û navçeyên Efrînê bombebaran û topbaran kirin.

Şevê din balafirê şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Sînka û meydankê yên herêma Raco û , navenda Şera bi dijwarî bombebaran kir. Her wiha artêşa Tirk a dagirker derdora herêma Raco jî bi çekên giran topbaran kir.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Bilbilê topbaran kirin.

Di heman demê de, artêşa dagirker û çeteyên wê navenda herêma  Cindirêsê bi çekên giran ta vê sibê topbaran kir.

Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker derdora gundê Erendê yê girêdayî  navçeya Şiyê  bombebaran kir

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …