Êrîşa DAIŞ′ê ya li ser bîrên petrolên yên El-Umer hat şikandin 

DÊRAZORÊ – Şervanên QSD′ê êrîşên çeteyan ên li ser bîrên petrolê yên El-Umer şikandin. Di encama şer de panzêrek û  2 erebeyên doçkaya 23  hatin îmhakirin.DIRALZOR-QSD (4)

Çeteyên DAIS’ê îro di saetên sibehê de êrişî  noqteyên şervanên QSD′ê yên bîrên petrolê yên El-Umer kirin. Di encama bersivdanyîna şervanan de li herêmê şer derket û di saetên piştî nîvro de êrîş bi tamamî hat şikandin. Her wiha 10 çete hat kuştin, panzêrek û erebeyên doçkaya 23 yên çeteyan hatin îmhakirin.

Her wiha miqdarek cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê şervanan.

Êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser noqtayên şervanên QSD′ê yên li gundê Namliyah jî di saetên nîvro de ji şervanan ve hatibûn şikandin.  Di encama şer ku li vê herêmê rû da de, 8 çete hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …