YPG‘ê nasnameya 6 şehîdên Bagera Cizîrê ragihand

NAVNEDA NÛÇEYAN- YPG‘ê nasnameya 6 şervanên xwe yên di çalakî û operasyonên 27’ê Cotmehê li bakurê Dêrazorê şehîd bûne ragihand.

Navenda Ragihand û Çapemenî ya YPG‘ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke da.

Daxuyanî wiha ye:

“Têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê û tevahî herêmê bi berxwedana dîrokî ya Kobanê destpêkir û bi operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ev pêvajo hêzekî nû girt. Şervanên QSD’ê ku ji hemû rengên gelê Rojava, bakurê Sûriyê û cîhanê pêk tên, bi pêşengtiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji dawiya sala 2015 heta roja me ya îro îradeya gelan îsbat kirine. Îrade û helwêstekî raber kirine ku ne terora aliyên weke DAIŞ’ê qebûl dike, ne zordariya dagirkeran dipejirîne û ne ji zilma rejîman re rê dide. Ev îradeya yekgirtî bi rizgarkirina Hol, Şedadê, Tişrîn û Minbic re xurt bû û bi rizgarkirina Reqqa jî tacîdar bû.

Hêzên Sûriya Demokratîk bi vê meşa xwe ya serkeftî soza binxistina çeteyan bicîh anî, biratiya gelan ne tenê bi gotin, ku di emel de da jiyankirin û ser van bingehan pêngava Bagera Cizîrê li herêma bakurê Dêrazorê dide meşandin. Herçend ku aliyên neyar bi xirabkariyên xwe weke hewandina çeteyan li ser erdê dixwazin pêşî li van pêşketinan bigirin ango bi gotina vê yekê ku ‘ji ber em ne li Reqqayê ye ne xwe Reqqa ne azad e’ dixwazin vê têkoşînê reş bikin jî, lê QSD’ê di parastina nirxên hevpar û destkeftiyên xwe de bi îsrar e û ji bo pêşeroja Şoreşa Bakurê Sûriyê bi pîlan û piroje ye.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku di rojên dawî de bi şerên giran li dijî çeteyan dewam dike, îro nasnameya şeş hevalên me yên ji pêkhateya Ereb û Kurd tê ragihandin ku di çalakî û operasyonên 27’ê Cotmehê li bakurê Dêrazorê gihiştine şehadetê.

Weke YPG’ê, di serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û bi vê boneyê carekî din soza xwe nû dikin ku xwedî li ked û şehadeta hevrêyên xwe derkevin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Alan Neşwa

Nav û Paşnav: Alan Neşwa

Navê Rast: Ebdullah Elî Ebdullah

Navê Dayîkê: Emîre

Navê Bav: Elî

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-10-2017 Dêrazorê

Çekdar Hesekê

Nav û Paşnav: Çekdar Hesekê

Navê Rast: Çekdar Xelef

Navê Dayîkê: Fethiye

Navê Bav: Ebdî

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-10-2017 Dêrazorê

Esed Hesekê

Nav û Paşnav: Esed Hesekê

Navê Rast: Mihemed Cewal

Navê Dayîkê: Ferîde

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-10-2017 Dêrazorê

Heyder Hesekê

Nav û Paşnav: Heyder Hesekê

Navê Rast: Ehmed Mihemed

Navê Dayîkê: Rîm

Navê Bav: Sabir

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-10-2017 Dêrazorê

Şervan Zergan

Nav û Paşnav: Şervan Zergan

Navê Rast: Şêrwan Cemîl Ebdo

Navê Dayîkê: Zekiye

Navê Bav: Cemîl

Cihê ji Dayîkbûnê: Dirbesiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-10-2017 Dêrazorê

Seydo Hesekê

Nav û Paşnav: Seydo Hesekê

Navê Rast: Fehd Ebûd Îsa

Navê Dayîkê: Efîfê

Navê Bav: Ebûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-10-2017 Dêrazorê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …