Artêaş Tirk gundê Dîkmadaş a Efrînê topbaran dike

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker gundê Dîkmadaş a navçeya Şera û girê gund bi hawanan topbaran dike.

Nûçegîhanên me ji herêmê ragîhand ku artêaş Tirk a dagirker ji qereqola Aqçe Baxle ya wîlayeta Kilis gundê Dîkmadaş ya navçeya Şera ya kantona Efrînê bi wanan topbaran dikin. Derbarê ziyanên pêk hatine de agahî ne hatin bi destxistin.

Topbaran hîn jî didome.

Duh jî Artêşa Tirk ji heman cihî girê Qester û Dîkmadaş ên navçeya Şera topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de çêbû.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …