Şêniyên gund ji  axivîn û hestê xwe di dema xilasbûna wan ji çeteyên DAIŞ’ê parve kirin. Gundiya bi navê Fida El-Îsa got ku di 5 salên derbasbûyî de wan gelek xulim û zordarî jiyan kirine û ev tişt anî ziman: “Me gelek zehmetî ji destê çeteyên DAIŞ’ê kişand. Çete dixwazin ku jin wekî kola di destê wan de be, lewma cilên reş û çerçev li ser me jinan ferizkirin. Ên biryarên wan pêk neyîn in jî têne qetilkirin, an dixin dixin girtîgehan de. Di van salên derbasbûyî de me nikarî bi azadî jiyan bikin. Me nikarîbû gavekê derveyî malê bavêje.  Mala me li me kiribûn girtîgeh. Em saxî definkiribûn.”

Fida di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku ew kêfxweşin  ku şervanên QSD’ê gundên wan ji çeteyan rizgarkirine û wiha dom kir: “Em niha ewlekarî û aramiyê hîs dikin. Rojek nû li ser me derket, em bi hêsanî bîna diniyayê dikin. Heta xizmên me bi salane me ne dikarî serdana wan bikin.”

‘Rengê reş ji ser me rabû’

Gundiyê bi navê Mihemed Ebdulal bi van gotinan kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: “Kêfxweşiya me wesif nabe. Şervanên QSD’ê em ji çeteyan rizgarkirin. Kuştin, talankarî û wêranî bi serê ve anîn. Bi hatina şervanên QSD’ê cilê reş ji ser me rabû û cilê azadiyê yê nû hatiye.”

Ebdulal her wiha da zanîn ku di dema çeteyên DAIŞ’ê de wan ji ber çeteyan gelek zehmetî kişandine û wiha dom kir: “Zarokên me ji dibistanan mehrûm kirin. Hemû xizmetên serke yên jiyanî ji ser me qutkirin. Av û ceyran nîn bû, rewşa me pir zehmet bû.”

Ebdulal her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê mayîn li gund û her derê datayîn da  ku tu kes xilas nebe û wiha dom kir: “Heta sewal ji mayînên wan ne diflitîn.”

Ebdulal da da diyarkirin ku di dema hemeleya QSD’ê ya rizgarkirina herêma Şedadê hate destpêkirin, welatî li benê bûn ku QSD’ê derbasî aliyên wan jî bibin û herêmên wan rizgarkir bikin.

Hemleya QSD’ê ya rizgarkirina bajaroka Dişîşe û derdora wê, her wihwiha parastina ewelekariya sînor Îraq û Sûriyê bi hemû hêza xwe didome û şervan pêşketinên mezin bi dest dixin.