Li Minbic û Tebqa 354 ciwan tevlî hêzên leşkerî bûn

Akademiya Leşkerî li Girê SPî û Minbicê 2 dewreyên leşkerî ku 354 şervan tevlî bibûn bi dawî kir.

Li kantona Girê Spî Amademiya şehîd Dijwar dewreya perwedeyê bi beşdarbûna 142 şervanên ji Tebqayê hate destpêkirin. Dewre bi navê Şehîd Merwan Tendorek hate destkirin.

Di dewreya ku mehê dewam kir şervan bi destê kesên pspor ên Koalîsyona Navdewletî hate destpêkirin.

Di merasîma dawîkirina dewreê de şervanan rêzgirtina leşkerî lidarxistin, paşê dewre li şervanan hate pîrozkirin.

Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

Di heman çarçoveyê de Akademiya Şehîd Feysel Ebû leyla ya Leşkerî li Minbicê dewreyeke perwedeyê nû bi beşdarbûna 212 şervanan vekir. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Bi dehan endamên saziyan û komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê beşdarî merasîmê bûn.

Dewre bi navê Şehîd Ebdulhemîd Mihemed ê di hemleya rizgarkirina Minbicê de şehîd bû hate destpêkirin. Dewre 15 rojan dewam kir. Di dewreyê de derxên leşkerî û bîrdozî hattin dayîn.

Di merasîma dawîkirina dewreyê de rêzgirtin hate lidarxistin, paşê Endamê Fermandariya QSD’ê Enter Minic axivî û got ku perwedeya leşkerî ezmûnek nû dane şervanan da ku rola xwe di parastina xaka xwe de bigirin.

Di dawiya merasîmê de şervanan soz dan ku ew ê erka xwe ya parasstina herêmê pêk bîn in.

  

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …