Têkildarî pêşveçûnên şervanan, ji fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed ku li ser pêngavê disekine ev agahî da, “Piştî şerekî giran me çeteyên DAIŞ‘ê ji van gundan şikandin, moralê şervanan pir bilind e û pêşveçûnên me berdewam e.”

Ehmed El-Mihemed, her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê ji bo astengkirina pêngavê çekên giran bi kar anîn û wiha domand, “Rexmî çêkên wan ên giran em pêşde çûn û me sivîl ji zulm û hovîtiya wan rizgar kirin.”

Fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê bi mebesta ku derketina sivîlan ji deverên şer asteng bike mayînên leyzer li malan danîne û got ku şênî deverên mayînkirî nîşanî şervanan dikin.

Fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed got ku, “Berdêl çi be jî, pêngava me berdewam e ta hemû deverên çete lê hebin werin rizgarkirin.”

Mayînên leyzer; ji du mayîna ku li beramberî hev têne dayîn pêk têm, dema madeyek nêzî wê dibe diteqe û asta teqandina wê xurt e.