Di zarotiya xwe de êşa koletî û dûrketinê jiyan kir

KOBANÊ – Hîn 9 sal derbasne kiriye çeteyên DAIŞ`ê ji xwe re kirin cêrî. Çeteyan Hemû şêwazên tundiyê derheqê wê de pêk anîn. Ruxmî zehmetiyên li gel DAIŞʹê jiyan kir jî lê hîn kenê riwê xwe parstiye.

Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Tebaxa 2014`an de li Şengalê komkujiyek pêk anîn. Gundê Coko yê li başûrê Şengalê yek ji gundên rastî êrîşê hatiye. çeteyan zilamên gund komkirin û hemû îdam kirin, ji bilî çen kesan. jin û zarokan revandin û anîn herêmên dagirkiribûn ên li Sûriyê. Çeteyan li dijî jin û zarokan gelek zor û zulim dan meşandin. Jin di bazaran de firotin û êşkenceyeke zor li ser wan meşandin.

Yek ji malbatên Şengalê yên hatine revandin, malbata zaroka bi navê Elîn bû ya ji dayik, bav û 3 zarokan pêk dihate . Çeteyan ew di serî de berî 3 salan anîn Tebqayê û li Tebqayê bi hev re jiyan dikirin, lê piştî nêzî salekê çeteyên DAIŞ`ê Elîn ji malbatê dûr kirin, bi vê yekê Elîn bi tenê dûrî dayik û bavê xwe jiyan kir.KOBANE-CIROKA-ZAROKEKE ‫(1)‬ ‫‬

Çeteyan ji ber ku navê wê Kurdî ye guhertin û ji Elîn Ehmed kirin Aya û neçar kirin cilên reş a ku çete bi hinceta pêkanîna şerîeta Islamê li ser wê feriz kirin.

Zaroka bi navê Elîn a hê temenê wê nebûye 9 salî ya ji gundê Coko ya girêdayî Şengalê serpêhate û jiyana xwe ya neçar di nav çeteyan de, vegot û wiha pêde çû: ʺÇeteyan ez birim mal emîrekî bi navê Ebû Muhened, min di malê de karên wek pagijkirinê dikir, dema ez bê hal dimam û min nikarîbû kar berdewam bikim, hevjîna emîr li min dida de kar bidomînim.

Tevî wê yekê jî, Elîn timî bi hêvî bû vegere malbata xwe û wiha got: ʺEz timî li bendê bûm vegerim bi malbata xwe re jiyan bikim.ʺ

Elîn hêvî dikir careke din bi birayên xwe re bilîze

Elîn dema behsa malbatê dike û rûyê wê berkenî dibe, diyar dibe ku pir bêriya malbatê kiriye û wiha got: ʺMin bîriya dayik, bav û birayên xwe kiriye, ez bi hêvî me careke din vegerim malbata xwe da bi birayên xwe re bilîz im, malbata min niha li gundê Coko ya Şengalê jiyan dikin. dema ez vegerim ezê herim dibistanê da hîn bibim, ez di refê yekem a asta seretayî de me.ʺ

Hêzên QSD`ê ku di 11`ê Tîrmeha derbasbûyî de zaroka bi navê Elîn rizgar kirine, ji bo wê bigihînin malbatê tevdigerin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …