Sedî 70 ji taxa Ebdullmelik hat rizgarkirin, li 6 taxan jî şer giran e

REQQA – Di pêşveçûyînên nû li Reqqayê de, şervanên QSD`ê sedî 70 ji taxa Hîşam Ebdullmelik rizgar kirin. Ji aliyekî din ve li 6 taxan şerên giran rû didin.

Ji şeva din heta vê kêliyê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê li 7 taxên bajarê Reqqayê,  şerên giran rû didin. Di vê çarçoveyê de, şervanan sedî 70 ji taxa Hîşam Ebdullmelik ku li aliyê başûr ê bajar dikeve, ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha şervanan, gelek noqte li taxa El-Diriyê û taxa Kevin a Reqqayê, rizgar kirin.

Bi pêşveçûyîna şervanan li taxa Hîşam Ebdullmelik de, xeta parastinê ya duyemîn a çeteyên DAIŞ`ê li taxê hate şikandin û çete her ku diçin tengav dibin û nikarin serwerî li navenda bajar bikin.

Ji aliyekî din ve jî, di encama şerên dijwar li taxa El-Diriyê, Yermûk, El-Nehda, El-Berîd, Hîşam Ebdullmelik, El-Rewda û Reqqa Kevin, gelek çete hatin  kuştin, lê hejmara wan nehate zanîn. Her wiha operasyonên paqijkirinê li eniyên baş ên rizgarkirî didomin. Di encamê de, şervanên QSD`ê gelek cebilxane di nava çekên artêşa Tirk de jî hebûn, desteser kirin.

Ji  aliyekî din ve jî, tîmên taybet ên QSD`ê gelek gund û mezra li bejahiya bakur-rojhilat ji bermahiyên çeteyan paqij kirin. Her wiha şervanan gelek cebilxane û mayînên ku bi dest hatine çêkirin, desteser kirin.

Her wiha şeva din, nûçegihanên me yên ku hemleya rizgarkirina Reqqayê dişopînin, dane zanîn ku 600 welatiyên sivîl dema ku hewl didan xwe bi bigihînin noqteyên şervanên QSD′ê, li taxa Teyar a dikeve rojavayê Reqqayê, ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin dorpêçkirin. Ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê, hewl didin sivîlan ji dorpêça çeteyan rizgar bikin. Li gorî welatiyên wê taxê,  kesên  ku li gorî çeteyan tevnegerin yekser wan dikujin û  rewşa welatiyan li wê taxê dijwar e.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …