180 Ciwanên Reqa û Tebqa tevlî QSD`ê bûn

KOBANÊ – 180 şervan piştî ku dewreya bi navê ʺŞervanên Rizgarkirina Reqqayêʺ di Akadimiya Şehîd Fermandar Feysel Ebo Leyla de bi dawî kirin, fermî tevlî QSD`ê bûn.MEHMUD ISMAHIL

Di dewreya ku 15 rojan dewam kir Şervanan dewreya li ser çawaniya bikaranîna çekên giran û sivik dîtin. Hemû şervanên tevlî dewreyê bûn ji gundên Reqqa, Tebqaz û gundên girêdayî wan in.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Hejmarek Fermandarên QSD`ê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpêkir û paşê Endamê Fermandariya QSD`ê Mehmûd Ismayîl dewre li şervanan pîroz kir û got ku baweriya welatiyên Reqqa heye ku  herêmên wan hemû ji çeteyan rizgar bikin û wê DAIŞʹê di herêmê de bi temamî were şikandin.

Ismayîl di berdewama axaftina xwe de her wiha got ku bajarê Reqqayê li ber rizgarkirinê ye û  ev tişt anî ziman: ʺGelê Reqqa de rêveberiya bajarê xwe bikin. DIvê hemû kes erka xwe ya parstina welat pêk bîne.ʺ

Endamê Fermandariya QSDʹê Mehmûd Ismayîl di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

Paşê Şervanan sûnda leşkerî xwarin. Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi YPG/YPJʹê û QSDʹê bi dawî bû.

 

KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(153223681)‬ ‫‬ KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(153223682)‬ ‫‬ KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(153223683)‬ ‫‬ KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(1)‬ ‫‬

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …