Di roja 100 a hemleyê de li taxên Reqqa pevçûnên dijwar

REQQA – Li taxên navîn, bakurrojhilat û rojava yên bajarê Reqqayê pevçûnên dijwar rû didin. Di encamê de 19 çete hatin kuştin û siwareyeke leşkerî ya DAIŞ’ê hate rûxandin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja xwe ya 100’î de berdewam dike. Îro jî li gelek taxên bajêr şer û pevçûnên dijwar rû dan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî pêşveçûna xwe berdewam dike. Pevçûn li derdora nexweşxaneya El-Wetenî û parka El-Reşîd a taxa El-Emîn bi dijwarî rû didin, her wiha hin pevçûnên din li taxên El-Hena ya navenda bajarê Reqqayê berdewam dikin. Di encama van pevçûnan de şervanên QSD’ê siwareyeke leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê li taxa El-Emîn rûxandin û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin.

Li taxa El-Rewda jî ya li bakurrojhilatê bajêr û taxa El-Nehdda ya li rojavayê bajêr pevçûn bi dijwarî rû didin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di encama van pevçûnan de herî kêm 19 çete hatin kuştin. Pevçûn li vê taxê hêjî bi dijwarî berdewam dikin. Li aliyê din hate ragihandin ku di şer û pevçûnan de şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk piştî berxwedaneke leheng gihîşt asta şehadetê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …