REQA – Li navenda bajarê Reqayê şerekî dijwar rû dide, 3 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin û girtîgeha taxa Emîn hat rizgarkirin.
Hemleya Rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe didome. Li navenda bajêr, taybet li taxên Emîn û Hena şerekî dijwar rû dide. Li taxa Emîn du erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ′ê beriya ku bigihêjin armanca xwe, ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatin teqandin û girtîgeh hat rizgarkirin. Her wiha di encama şerê li her du taxan qewimî 48 çete hatin kuştin.
Li derdora nexweşxaneya Wetenî jî erebeyeke bombebarkirî hat teqandin û deqoyeke ceblixaneyê ket destê şervanan.
Her wiha li taxên Rewda û Nehda jî şerekî dijwar rû dide.
https://www.youtube.com/watch?v=1nLVa7zGNyU