Nasnameya cangoriyên Til Hemîs û Serêkaniyê hatin eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê nasnameya 9 cangoriyên ku di Çileya 2014‘an de di berxwedana Til Hemîs û Serêkaniyê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em îro di çeperan de li dijî mirinê şer dikin. Ji bo jiyanekî bedew em têdikoşin. Tevî hemû zehmetiyên xwe em hertim vê jiyanê hembêz dikin. Di milekî de top û reqe-reqa gulleyan, di milekî de qêrîna zarokan, di milekî de hovitiya çeteyan û di milekî de jî li hember zilmê berxwedaniya zarokên xwedavendên pîroz rawestaye.

Welat agir li bedena wê ketiye, lê belê azadî xweş e. Şoreş û berxwedana Rojavayê Kurdistanê jî bi hemû zorahiyan di sala xwe ya 6’emîn de ye, ev serdem bi xwîna şehîdên nemir reng daye bejna xwe û ji bo cejna azadiyê xemla xwe daye girêdan. Tezê jiyana me şoreş e û şoreş ji bo me azadî bi xwe ye. Bedelên vê azadiyê çiqas giran be hê jî tê dayîn.

Em îro nasnameya neh rêhevalên xwe radigihînin ku di Çileya 2014’an de li Til Hemîs û Serêkaniyê nehiştin destên teror û dagirkeriyê dirêjê axa me bibe, bi sekn û sebra xwe şer kirin û gihiştin şehadetê.

Weke YPG û YPJ soza me wê timî şopandina rêya şehîdan û xwedî derketin li mîrasê wan yên azad be.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Botan Bılican

Nasnav: Botan Bılican

Nav û Paşnav: Emre Topçu

Navê Dayikê: Altûn

Navê Bav: Fayık

Cihê Ji Dayikbûnê: Mûş

Cih û Dîroka Şehadetê: 04-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyê

Egîd Çiya

Nasnav: Egîd Çiya

Nav û Paşnav: Ibrahîm Halil Gezer

Navê Dayikê: Entika

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: 28-1-2014 Serêkaniyê, Menacîr

Havîn Şoreş

Nasnav: Havîn Şoreş

Nav û Paşnav: Perihan Sayak

Navê Dayikê: Wesîle

Navê Bav: Fesîh

Cihê Ji Dayikbûnê: Çewlik

Cih û Dîroka Şehadetê: 04-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyê

Lezgîn Malazgirt

Nasnav: Lezgîn Malazgirt

Nav û Paşnav: Nîhad Karabayır

Navê Dayikê: Guzel

Navê Bav: Ebdûlselam

Cihê Ji Dayikbûnê: Mûş

Cih û Dîroka Şehadetê: 04-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyê

Mahir Sason

Nasnav: Mahir Sason

Nav û Paşnav: Mehmed Ortakçı

Navê Dayikê: Remziye

Navê Bav: Ebdûlrezaq

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: 04-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyê

Özgür Ronî

Nasnav: Özgür Ronî

Nav û Paşnav: Sînan Varkan

Navê Dayikê: Aysel

Navê Bav: Şêxmûs

Cihê Ji Dayikbûnê: Mûş

Cih û Dîroka Şehadetê: 03-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyê

Şerzan Hilvan

Nasnav: Şerzan Hilvan

Nav û Paşnav: Yakup Haykır

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Ûrfa

Cih û Dîroka Şehadetê: 04-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyê

Seyîd Riza Amed

Nasnav: Seyîd Riza Amed

Nav û Paşnav: Abdulhaluk Evran

Navê Dayikê: Husna

Navê Bav: Mustafa

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: 04-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyê

Zinar Zagros

Nasnav: Zinar Zagros

Nav û Paşnav: Zeynel Abidîn Kaya

Navê Dayikê: Nazlî

Navê Bav: Hacî Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 04-01-2014 Qamişlo, Til Hemîs, Gundê Hiseniyêʺ.

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …