Di encama êrîşa li ser Cindirêsê de 10 birîndar hene

EFRÎN – Di encama topbaran û bomebarana Artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên herêmên Raco û Cindirêsê hejmara birîndaran gihîşt 10 kesan.

Îro ji saetên sibehê de, Artêşa Tirk a dagirker bi top û balafiran êrîşî gundên herêmên Raco û Cindirêsê dike. Di encamê de şehîd û birîndar hene.

Çavkaniyên  ku rewşa birîndarên li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin dişopînin, dane zanîn ku hejmara birîndarên ku gihîştin nexweşxaneyê derket 10`an  kesan û rewşa piraniya wan ne baş e.

Li gorî Rêveberiya nexweşxaneyê, navên birîndaran wiha ne ″Ehmed Kindî (45), Asya Murad (70), Reşîd Îso (71), Hesen Mihemed (59), Mihemed (40), Mustefa Hemo (12), Basîma Beco (32), Aya Nebo (7), Cengîz Xelîl (20)″.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …