Navenada Raghandin û Çapemeniya QSD`ê derbarê şerê îro ya li herêma Raco daxuyaniyek da.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
ʺHewldanên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dagirkirina Efrînê didome, lê hêzên me ku parastina Efrînê dikin, bersivên tûnd didin û êrîşên wan têk dibin.
Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvro êrîşî gundê Qude yê herêma Raco û girê wê kirin. Hêzên me bersiveke tûnd dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encama bersivdayîna hêzên me de, êrîş vala hate derxistin û kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wê çêbûn. Her wiha panzêreke wan jî hate rûxandin.
Her wiha li gundê Umera yê girêdayî herêma Raco jî şervanên me tangekeke artêşa Tirk rûxandin û leşkerên têde hemû hatin kuştin.ʺ
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ