Di êrîşa gundê Hemamê de serçeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê sibê ji rewşa hewaya nebaş sûd wergirtin û êrîşek berfireh anîn ser gundê Hemamê yê herêma Cindirês. Li gora çavkaniyên leşkerî ji danê sibê heta seatên êvarê şerekî dijwar qewimiye û hemû êrîşên çeteyan şikandin û derdorê gund jî paqij kirin.

Çavkaniyên leşkerî dane zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji rewşa nebaş ya hewayê sûd wergirtin û êrîşek dijwar anîn ser gundê Hemamê yê Cindirêsê. Şervanê QSD’ê besivek tûnd da û şerên dijwar li derdora gund qewimî. Şer heta seatên êvarê domiya û gelek çete û leşker hatin kuştin.

Li gora çavkaniyê cihên baweriyê di şerê li derdora gundê Hemamê de serçeteyê Tûgaya Semerqand Feyad El-Xelef hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …