Di bersivdayîna şervanan de çeteyekî Tirk hat kuştin

EFRÎN/ŞEHBA – Şervanên YPG/YPJ û Hêzên Şoreşger bersiva êrîşên çeteyên Tirkiyê yên li ser herêmê dan, di encamê de çeteyeyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Çavkaniyên  ji herêmê ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh êrîşî gundê Berceka Silêman û girên Basûr, Berfîn û Berdirxan ên kantona Efrînê û gundên Eyn Deqnê û Merenaz ên kantona Şahbayê kirin. Di heman demê de, çeteyan bi dehan hawan avêtin herêmên sivîlan.

Şervanên YPG/YPJ û Hêzên Şoreşger bersiveke tund dan êrîşan. Di encamê de çeteyek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Her wiha hat zanîn ku ji ber topbarana çeteyan ziyan gihîşt malên welatiyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber êrîşî herêma Efrînê dikin. Şervanên YPG/YPJ û Hêzên Şoreşger jî di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan didin û gel diparêzin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …