Cenazayê şehîd Mihemed El-Xidir bi merasîmekê hate veşartin

GIRÊ SPΠ– Welatiyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Xidir bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê a li gundê Tenhoza oxir kirin.GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (2)

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî bi armanca oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Xidir ( Hemûdî) yê 12‘ê Mijdarê di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ‘ê li Reqayê şehîd bû li çerxereya El-Elem kom bûn û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê a li gundê Tenhoza ya rojavayê Girê Spî bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin û rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid, Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebdullah û Endama Kongreya Star Fadiya El-Şerif axivîn. Axaftivana sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û keda şervanan a di parastina herêmê destnîşan kirin.

Di axaftinan de, her wiha berxwedana şervanên QSD‘ê ya Pêngava Bagera Cizîrê silav kirin.

Di merasîmê de, nasnameya şehîd Mihemed El-Xidir hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan cenazeyê hevalê xwe li ser milên xwe kirin û di nava dirûşmeyan û tilîliyan spartin axê.

(bb)

ANHA

GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (5) GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (4) GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (1)

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …