Li gundên Dêrazorê şerên giran 11 çete hatin kuştin

 DÊRAZOR – Çeteyên DAIŞ`ê îro piştî saetên nîvro êrîşe noqteyên şervanên QSD`ê yên li gundên Hemam û Cersa Şerqî kirin. QSD`ê yekser bersiv da û di şerên giran ku heta niha diqewimin de 11 çete hatin kuştin.

Li bejahiya Dêrazorê ji saetên sibehê de bahoz heriyê çêbûye, çeteyên DAIŞ`ê ji vê yekê sûd werdigirin û bi êrîşan dixwazin pêşveçûyînên şervanên QSD`ê rawestînin.

Di vê çarçoveyê de, çeteyan îro di saetên piştî nîvro de êrîşe noqteyên şervanên QSD`ê yên li gundên Hemam û Cesra Şerqî kirin. QSD`ê yekser bersiv da û di şerên giran  ku heta niha diqewimin de 11 çete hatin kuştin.

3 şervanên QSD`ê jî di şerê giran de gihîştin asta şehadetê.

Şerên  giran li her du gundên navborî dewam dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …