Dewleta Tirk, bi rêya dezgeyên xwe yên çapemeniyê agahiyên ne rast di derheqê êrîşên xwe yên li ser Efrînê belav dike.
Saziyên ragihandinê yên nêzî hikumeta AKPê, hêzên YPGê û YPJê hedef nîşan dan û gotin ku ew êrîşî leşkerên Tirk dikin. Heman çavkaniyan bi gotinên “Leşkerên me parastina xwe dikin” dixwazin ku êrîşên li dijî xaka Efrînê rewa nîşan bidin.
Ev demeke destdirêjî û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrîn û gundewarên wê zêde dibe. Duh di saetên navbera 10:00 û 12:00an de artêşa Tirk a dagirker bi tank û obusan êrîşî gundên Basûfanê û bayê yên Navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ jî yekser bersiv dan êrîşên dewleta dagirker. Lê dezgeyên çapemeniyê yên nêzî hikumeta AKPê ev yek beovajî nîşan dan û gotin ku ji herêmên YPGê êrîş hatiye ser wan.
Şervanên YPG û YPJê yên li herêmê diyar kirin ku êrîş ji alî dewleta Tirk ve hatiye destpê kirin û wan jî bi armanca parastina şêniyên herêmê bersiv daye.
Herwiha dewleta Tirk amadekariyên xwe yên li ser sînorê Efrînê zêde dike.