Ji Şengal heya Dêrazor serpêhatiya jineke Ezidî

 

QAMIŞLO – Mîna çîrokên sedan jinên Ezîdî yên ku di fermana 3‘yê Tebaxê de ji aliyê çeteytên DAIŞ‘ê ve hatin revandine, (w.d) jî serpêhatiyeke xwe ya bi dil biêş heye.

Jina Êzidî (w.d) ya 33 salî ji gundê Koco yê Şengalê ye, mîna bi sedan jinên Şengalê yên ku di fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an de ya li ser Şengal ango piştî vekişandina çekdarên PDK‘ê ji Şengalê kete dest çeteyên DAIŞ‘ê. (w.d) dayika 4 zarokan e.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de (w.d) ji çeteyan rizgar kir, lê kurê wê (r) jî hîna di destê DAIŞ‘ê de ye. (w.d) ji roja fermanê tu agahiyan li ser hevjîn û zarokên xwe yên din nizane.

(w.d) niha li gel Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê ye, dê bi hevkariya bi Desteya Jinê re vegerê Şengalê.

Kabûsa êrîşê hê di bîra wê de ye

Roja çeteyên DAIŞ‘ê êrîşî Şengalê kirin, dema çekdarên PDK‘ê ji herêmê reviyan û gelê rastî komkujiyeke mezin hiştin di bîra (w.d) de ye. (w.d) wiha wê rojê bi bîr tîne:”Dema DAIŞ‘ê êrîş kirin, pêşmergeyan reviyan. Malbata min û xelên gund ketin destê çeteyên DAIŞ, çeteyan ew di dibistana gund kom kiribûn. Paşê jin, zilam û zarok ji hev cuda kirin, çavên zilaman girtin û ew birin.”

(w.d) dibêje ku ew nizane ka hevjînê wê û zarokên wê Sabir, Aldor û Salim bi kuderê birin û wiha tîne ziman “Jin û zarok tenê di dibistanê de man. Çeteyên pere û zêrên ji me standin û çavên me girtin paşê em birin girtîgeha bajarê Tilefer a Iraqê.”

Êşkence di girtîgehê de

(w.d) û kurê xwe (r) ku mehekê di girtîgeha Tilefer de man, serpêhatiya xwe wiha parve dike “Hejmara me pir bû, dengê giriyê jin û zarokan bilind bû. Tirsa di dilê me de dernediket. Em ne dizanî ka wê çi li serê me were. Çeteyan xwarin û vexwarin pêşkêşî me nedikirin, her yek tevahî rojê parçeyek nan û panêr didan. Heya ew pariya nan didan jî heqaret li me dikirin û ji me re digotin hûn kafirin û ne hêjayîne bijîn.”

Çeteyan piştî mehekê (w.d) û kurê wê birin maleke Şîa li bajarê Tileferê ku desteserkirin û li wir jî 2 mehan man, (w.d) li ser vê yekê dibêje “Gefa serjêkirina me dikirin, şûrên xwe li pêşiya çavên me derdixistin, da ku me bitirsînin.”

Ji Tilefer ber bi Reqayê ve

(w.d) pişît ku du mehan li Tileferê man, çeteyan ew û hejmarek keçên Êzidî birin bajarê Reqayê, li wir jî 13 rojan di girtîgehê de hiştin. Paşê ew di nav de hejamarek jinên Êzidî li bazarên Reqayê firotin. (w.d) dibêje “Destpêkê ez firotim çeteyê bi navê Ebû Umer El-Necdî, vî çeteyî ez birim mala xwe ya li Reqayê, min wekî kole û xizmetkar bi kar di anîn. Paşê ez û 5 keçên Êzidî em firotin çeteyekî din bi navê Ebû Mihemed El-Ensarî, li wir jî ez mehekê mam.”

Piştî mehekê çeteyên DAIŞ‘ê, Ebû Mihemed El-Ensarî girtin û pê re jî (w.d) û kurê wê (r) xistin girtîgehê. Têkildarî rojên ku di girtîngehê de qedandiya (w.d) dibêje “Girtîgeh wekî tunelekê di bin erdê de bû, pir mezin bû, jin û zilam di girtîgehê de bûn, em hemû dihatin êşkecekirin, bi elketrîkê min êşkece kirin û ez lêdan kirim heya ku xwîn ji canê min derket.”

Piştî ji girtîgehê hate derxistin, vê carê ji bo çeteyê Ebû Ubeyd El-Lîbî yê ji Dêrazorê hate firotin. (w.d) vê carê kurê wê hate veqetandin û  ji Reqayê ew birin Dêrazor. Ebû Ubeyd El-Lîbî wê wekî xizmetkara jinên çeteyanê yên ducan bi kar di anî. Piştî demekê çeteyê Ebû Ubeyd El-Lîbî di teqîna mayinekê de tê kuştin, piştre ji  bo çeteyê bi navê Ebû Bera El-Cezrawî tê firotin. (w.d) li ber destê vê çeteyê rastî zulm û heqarekê tê. Herî dawî ji çeteyê bi navê Ebû Salim El-Ensarî tê firotin. Bi Pêngava Bagera Cizîrê re ya ji aliyê Hêzên Sûriyeye Demokratîk ve hate destpêkirin, (w.d) xwe gihand şervanên QSD‘ê, şervanan jî ew rizgar kir.

QSD‘ê (w.d) radestî Kongereya Star kir, niha jî Desteya Jin bi hevkariya Mala Êzidî ya kantona Cizîrê xebatê dikin da ku wê vegerînin Şenalê.

(w.d) agahiyan li ser malbata xwe nizane, bi hêvî ye ku QSD‘ê wan jî ji DAIŞ‘ê xelas bike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …