YPJ û YPG`ê bersiva êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê dan

EFRÎN – Şervanên YPG û YPJ`ê bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê dan.

Çavkaniyekî ji YPG`ê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Şera topbaran, kirin. Di encamê de, zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Ji aliyekî din ve jî, şervanên YPG û YPJ`ê bersiv dan êrîşên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê li ser gundê Basûfanê û Til Banî yên navçeya Şêrawa û girê Başûr ê herêma Cindirêsê. Li gorî agahiyan hinek çete hatine kuştin.

Her wiha nûçegihanên me ji herêmê raghandin  ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku li Kela Seman bi cih bûne, herêma di navbera gundê Basûfanê û Beiyê yên navçeya Şêrawa topbaran, kirin. Di encamê de, zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker ji bargehên xwe yên li ser sînor, gundê Eqdam ê navçeya Bilbilê bi hawanan topbaran, kir.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …