‘DAIŞ`iyên mayî sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin’

avkaniyekî leşkerî di QSD`ê de got bi hezaran sivîl hîna li qada ku çete lê ne dimînin û  ragihand ku çeteyên mayî ji aliyê serçeteyekî ji Sûdiyê ve tên birêvebirin.

Pêngava Bagera Cizîrê di qonaxa dawîn a bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam dike. QSD`ê ji bo rizgarkirina sivîlan, şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ`ê dimeşîne.

Çeteyên DAIŞ`ê yên di firehiya 5 kîlometreçargoşe li herêma Baxozê mane, ji bo ku xwe ji derbeyên QSD`ê xelas bikin, sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Çavkaniyekî leşkerî ji nûçegihan ku pêngavê dişopîne, ragihand ku hejmara çeteyên DAIŞ`ê yên di cihên dawîn li herêma Baxozê de mane, derdora 2 hezar e, ji nasnameyên biyanî ne û sivîlan wek mertalên zîndî bi kar tînin.

Her wiha heman çavkanî diyar kir ku çeteyên li Baxozê mayî ji aliyê serçeteyê bi navê El-Cezrawî yê bi eslê xwe ji Sûdiyê ve tên birêvebirin û bi bîr xist ku serçeteyê beriya wî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate kuştin.

Di heman demê de, sivîlekî jî destnîşan kir ku bi hezaran sivîl hîna di destê çeteyên DAIŞ`ê de ne û jiyana wan di metirsiyê de ye, ji ber ku çete wan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …