3 Terorîst Li Gundewarên Hicînê Hatin Girtin

Hêzên me di şerê rizgarkirina herêmê de tekoşînê dewam dikin,  ji ber ku çete di rewşek ber bi dawî de ne hewil didin xwe ji nû ve rêxistin bikin her wiha şaneyên razayî bixin tevgerê.

Hêzên me rêxistina teror baş dişopîne û planên wê vala derdixe.

Di encama lêkolîna baş û agahiyên ber destê me de, hêzên me di 25 Çile û 1 Sibata 2019’an de du çalakiyên taybet pêk anî û 3 çeteyên biyanî ên ku ji wan re dibêjin Mûhacir bi saxî girtin:

Navên wan wiha ne:

– Hisên Fardîd Ebû EL-Welîd El-Misrî welatiyê Misrê ye.

– Salim El-Şimranî Ebû Zûbêr El-Cenûbî welatiyê Erebistana Siûdî ye.

– Martin Lîmîkî Ebû Zekeriya El-Almanî welatiyê Almaniya ye.

Bi nêzbûne dawîkirina Pêngava Bagera Cizîrê hêzên me li pey çeteyan û şaneyên razayî ne û wan digirin, em ê raya giştî bi agahiyên van terorîstan agahdar bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …