sala nû pîroz be

Em weke buroya têkîliyan ya Yekîneyên Parastina Jin YPJê sala nû li tevahî gelan pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe sala aşîtî, aramaî,azadî, demokrasî û serkeftinê. Em weke hêzên parastina jin  her dem hêzeke fedayî bûn ji bo gelê xwe  û ji bo jinan û me soza parastina ax û civaka xwe da ye. Em di sala nû de vê soza xwe dubare dikin. me saleke tijî qehremantî, tekoşîn, berxwedanî û serkeftinan li pey xwe hişt û me bi hezara sivîlên ku di nav de jin û zarok jî ji destê terorê hatin rizgarkirin. Em rizgrkirina kesê sivîl weke serkeftinên herî mezin dibînin. çawa ku jin di 2018’an de bi îsrara xwe, bi îrdada xwe, bi tekoşîna xwe hate naskirin wê di 2019’an de jî li ser vê xetê tekoşîna xwe bidomîne. em bi hêvî ne ku êşên me di vê salê de jiyankirin di sala nû de dubare nebin û bibe sala bi dawî kirina van êşan. Em di sala nû de şehîdên xwe yên fedekar jî bi bîr tînin û dibêjin ku em ê bi rihê wan di sala nû de bixebitin. Dubare dibêjin ku sala nû li tevahî gelan pîroz be.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …