DAIŞ`ê li Dêrazorê derbe xwar: 51 çete hatin kuştin

 DÊRAZOR – Çeteyên DAIŞ’ê vê sibehê êrîşî çeperên şervanên QSD’ê kirin, lê derbeyeke mezin xwarin. 51 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin.

Çeteyên DAIŞ’ê îro sibehê saet di 06.30’an de ji bajaroka Hecîn ê Dêrazorê êrîşeke berfireh birin ser gundê Behreda.

DAIŞ’ê dixwest bi vê êrîşa hanê ji bo çeteyên xwe yên li gundê Xiranîçte asê mane korîdorekê vekin.

Şervanên QSD’ê bersiveke tund dan êrîşa çeteyan û nêzî 8 saetan şer derket. Di encama vî şerî de êrîşa çeteyan şikest.

Li gorî agahiyên ku ketin dest, 51 çete hatin kuştin, 2 maşîneyên bombebarkirî, 2 maşîneyên doçka li ser, 2 tirêks, hawanek û maşîneyeke din a leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rûxandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …