Artêşa dagirker êrîşên xwe li dijî Kobanê berfireh kir

KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî kantona Kobanê berfireh kir. Artêşa dagirker ku ji saetên sibe de gundê Zormixarê topbaran dike, niha bajaroka Şêxler jî daye ber topan. Şervanên YPG, YPJ û Erka Xweparastinê jî bê navber bersiva êrîşan didin.

Çavkaniyên ji herêmê raghandin ku topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Zormixarê  didome. Çavkaniyan dane zanîn ku  artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe berfireh kirin  û bajaroka Şêxler yê başûrê gundê Zormixarê ku li ser çemê Firatê ye topbaran dike.

Şervanên YPG, YPJ û Erka Xweparastinê bersiva êrîşan didin.  Li aliyê Bakurê Kurdistanê û navçeya Cerablûsê ku artêşa dagirker ji wir êrîş dike, dengê embulansan tê bihîstin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …