EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker ji saetên sibehê de herêma Raco û gundên Cindirêsê ya kantona Efrînê topbaran dike.
Çavkaniyên ji Efrînê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Qera Baba, Kem Raşh, pira Heşarkeh, derdora gundê Hobeka û girên derdora navenda herêma Raco topbaran dike.
Di topbarana ku heta niha dewam dike de, şervanên YPG û YPJ`ê yekser bersiva êrîşan dan.
Her wiha Çavkaniyan dane zanîn ku artêşa Tirk a dagirker ji qereqola Siciye ya li hemberî navçeya Şiye, gundê Xelîl û Hec Hesna yên girêdayî navçeya Şiye ya herêmna Cindirêsê topbaran dike.
Ji aliyekî din ve jî, bi dehan tangên artêşa Tirk a dagirker ji bajaroka Yol Cat derket û berê xwe daye Qereh Xan ê Bakurê Kurdistanê. Her wiha hate tekezkirin ku 10 emblunas ji Ezazê derketin û berê xwe da nexweşxaneya bajarê Qereh Xan.