DAIŞ û rêjîm êrîşî noqteyên QSD’ê dikin

 DÊRAZOR – Li Dêrazorê rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê di heman demê de êrîş birin ser noqteyên QSD’ê. Şervanên QSD’ê êrîşa DAIŞ’ê şikenandin lê êrîşa rêjîma Baasê berdewam e.

Di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de ku ev 45 roj in dom dike her ku diçe şervanên QSD’ê serkeftinên mezin  bi dest dixin. Li hemberî vê berxwedanê jî êrişên rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê jî zêde dibin.

Îro di danê êvarê de beriya nêzî 3 saetan çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baasê di heman demê de b êrîş birin ser 2 cihên cûda ku ji aliyê şervanên QSD’ê de di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de hatibûn rizgarkirin.

Çeteyên DASiŞ’ê vê êvarê saet di 17:30’an de êrîş birin noqteyên şervanên QSD’ê yên li navenda Cefra (stasyone tren) Şervanan bi tundî bersiv dan êrîşê çeteyên DAIŞ’ê û êrîşa wan şikenandin. Di encama pevçûnan de 9 çete hatine kuştin.

Li aliyekî din rêjîma Baasê jî bi çekên giran saet di 17:30’an de êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê yên li gundê Cubeyla kirin. Şervanên QSD’ê mafê xwe ya parastin bikaranîn û bersiv dan êrîşa rêjîma Baasê. Êrîşa rêjîma Baasê hê jî berdewam dike.

Hejayê gotinê ku gundê Cubeyla dikeve 8 km rojavayê bakurê Dêrazorê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …