Artêşa Tirk gundên Kobanê û xalên YPG’ê gulebaran dike

KOBANÊ – Artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên rojhilat û rojavayê kantona Kobanê armanc girtin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşên artêşa Tirk bersivandin. Di encamê de siwareyeke leşkerî ya artêşê hate rûxandin û yeka din jî hate bêbandorkirin.

Artêşa dagirker a dewleta Tirk hovîtiya xwe li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dom dike. Li gorî agahiyên ji YPG’ê hatine wergirtin, Artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji panzêreke leşkerî xalên YPG’ê û maleke gundê Kosk a 12 km rojhilatê bajarê Kobanê ku ala TEV-DEM’ê li ser hatibû bilindkirin gulebaran kirin. Di encamê de tenê ziyanên madî derketin û ziyan bi hin xaniyên welatiyan bûn.

Her wiha çavkaniyên ji gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê ragihandin ku Artêşa dagirker a Tirkiyeyê êrîşên xwe bi çekên sivik ji siwareyên leşkerî yên xalên YPG’ê zêde kirine û li gorî heman çavkanî şervanên YPG’ê êrîşên leşkerên Tirk bersivandin û di encamê de siwareyeke wan rûxandin û yeka din jî bêbandor kirin.

Li gorî agahiyên dawî li hemberî gundê Aşmê di navbera şervanan û leşkerên Tirk de pevçûneke demkî di vê şevê de derketiye. Pevçûn nêzî saet û nîvekê dom kir û ti ziyanên mirovî derneketine. Niha car bi car pevçûn di navbera şervanan û leşkerên Tirk de derdikevin.

Rewş hêjî aloz e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …