YPJ: Bêrîtan bû sembola xeta jinên berxwedêr

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkoşer Bêrîtan bi daxuyaniyekê bi bîr anî û got:”Bêrîtan bû sembola xeta jinên berxwedêr”.

Daxuyaniya  ku li ser malpera fermî ya YPJ`ê hatiye weşandin wiha ye:

“Bi wesîleya salvegera 25’emîn a kesayeta pêşeng, şoreşger, tekoşînvan û fermandara mezin a jinên Kurdistanê, Gülnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) de, tevahî şehîdên ku canê xwe di oxira şoreşa Kurdistanê de feda kirine, her wiha hevrê Azîme, Gurbeteli Ersoz, Arîn Mîrkan, Stêrk, Hebûn, Rojda, Sema, Şevîn, Dilîşan ên li ser şopa Bêrîtan meşiyan û di şoreşa Bakûrê Sûriyê de gihîştin mertebeya şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya bi şehîdan re carekî din nû dikin.

Di sedsala 21’mîn de, fikir û felsefa Rêber APO ku pêşkêşî jina Kurd kirî, di pêşengtiya tevgera jinên Kurd de tekoşîna jinan a li hemberî feraseta desthilatdar û pergala mêrê serdest xwe gihandiye astekî ya rêxistinî, leşkerî, civakî, siyasî, çandî û exlaqî. Lewma îro pergala serdest bi destê hêzên faşîst, nijetperest, olperest ên weke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî jinan dikin. Tirsa herî mezin a pergala mêrê desthilatdar dijî tirsa ji jina azad e. jina Kurd di dîrokê de timî bi sekna xwe ya welatparêz, îsyankar û berxwedêr li hemberî zihniyeta fewdal û jinê bê vîn dîtiye li berxweda ye. Ji dayîka xwedewand Staran bigire heya Besê û Zarîfeyan, ji Leyla Qasim bigire heya Şîrîn Elemûliyan, ji Sarayan bigire heya Zîlan, Sema, Viyan, Bêrîtan, Arîn, Şevîn û bi deh hezaran şopdarên weke wan dîroka jin a azadiyê bi xwîna xwe nivîsandin.

Fermandara mezin Bêrîtan Hêvî di tevgera azadiyê de, ji bo tevgera azadiya jin bû sembûla xeta berxwedanê. Şoreşgera mezin rêheval Bêrîtan di şerê sala 1992’yan de, li hemberî artêşa faşîst a dewleta Tirk û her wiha li hemberî Hêzên paşverû yên herêmê hatibû destpêkirin de heya kêliya dawî şer dike û ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinaran ve davêje. Bi şehadeta fermandar Bêrîtan re Rêber APO yekemîn artêşa jina Kurd ava kir. Ji bona wê şoreşgera mezin Bêrîtan ji bo hemû jinên Kurd li hemberî xeta îxanetê temsîla xeta jina azad û berxwedêr dike.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xeta fermandar Bêrîtan ji bo xwe dikin çavkaniya tekoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Em tekoşîna xwe ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd dimeşînin, em ji bo tevahî jinên Cîhanê tekoşîn dikin. Weke YPJ’ê em dibêjin heya ku jinekî bindest hebê, em ê tekoşîna xwe bimeşînin.

Li ser wê bingehê em carekî din fermandara mezin Bêrîtan, şehîdên meha Cotmehê, şehîdên şoreşa Bakûrê Sûriyê û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û cardin soza bi cih anîna hêvî û xeyalên wan tînin ziman.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …