Ciwanên Rojhilat û Başûrê tevlî Berxwedana Efrînê dibin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser Efrînê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê di çeperên berxwedanê de cih bigirin.

Ciwanên Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser Efrînê, ketine nav seferberiyê û ji bo ku di nav çeperên berxwedanê de cih bigirin, berê xwe didin Efrînê. Ciwanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew jî tevlî ‘Berxwedana Serdemê’ dibin.

Li hemberî êrîşên li ser Efrînê piştgiriya kom û gelan didome. Ciwanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê yên ku li Rojava dijîn, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê di Berxwedana Serdemê de cihê xwe bigirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

“Ev êrîşên li ser Efrînê ne bi tenê li ser beşeke Kurdistanê ye. Ev êrîş li ser hemû Kurdistanê ye.

Em ciwanên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, em berê xwe didin Efrînê. Em ê destûrê nedin ku li tu dera Kurdistanê Helepçeyeke din pêk were. Em amade ne, canê xwe fedayî Kurdistanê bikin.

Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bila xwedî li ax û rûmeta xwe derkevin. Ciwanan ji bo Kobanê çi kirin, divê heman tiştî ji bo Efrînê jî bikin.”

Ciwanê bi navê Destîna Başûrî yê ji bo tevlî Berxwedana Serdemê bibe ji Başûrê Kurdistanê hatiye, bang li ciwanan kir ku,bila tevlî vê berxwedanê bibin.

Ciwanê bi navê Brûsk Wesêr ê ji Rojhilatê Kurdistanê jî diyar kir ku, wan çawa li Kobanê terora DAÎŞ’ê têk birin ew ê li Efrînê jî bi ser bikevin.

https://www.youtube.com/watch?v=E9405eVINrw

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …